Dr. Erol ERGÜLER Kimdir ?

Dr.Erol Erguler di sala 1983 an de,  Zanîngeha Stenbolê Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa kuta kiriye û di 1990 î de bûye pisporê Tipa Nukleer. Di beşa tipa nukleerde nasanî û nojdariyê (tiroid-guatr, radyoaktif iyot, radyosinovektomi û nojdariyên din ên radyofarmasötik) li nexweşxaneyê pêk tîne. Li cihê xwe yê Akupûnktûrê jî nojdariya temamker –Entegratif- û hêvîşîner pêk tîne.

Nasaniyên bi nav û deng ên wekî Akûpûnktûr, Hîpnoz û Ozon hew wekî rêbazên lewaz bûnê û dest ji cixarê berdanê tên nas kirin. Lê di rastiya xwe de (li gor lîsteyên Rêxistina tenduristiyê ya navneteweyî -WHO û Enstîtuta tenduristiyê ya Emerîqayê NIH-CAD/CAM) rêbazên tibî yên entegratîf e.

 

Li gor çavdêriyên Dr. Erguler, stresa di navbera nojdariya nexweşên Tiroid-Guatr de, zerara herî mezin dide nexweşa. Jibo ku zerara Stresê kêm jî bike li ser mijara Stresê dest bi xebatê kiriye. Di vê pêvajoya xebata li ser Tiroid-Guatr, ji ber kû ditiye rêbazên tibî yên temamker encamên serkeftî dane, giranî daye vê mijarê.

Li gor Dr. Erguler, gava ku nexweşî tê gotin, hew li ser sekinandina guherandinên di bedenê de (semptom) têr nake. Jibo nojdariyeke bi erênî encam bide divê yekbûna beden, mejî û hişê nexweş jî li ber çavan bê girtin. Di nasandina nexweşiyê, divê di serî de çîroka nexweş baş bê gohdar kirin û anamnezî (agahiyên ku nexweş di derheqê xwe û derdora xwe de dide)  bê girtin. Tevî mûayene kirin û vekolînên klasîk, pîvandina meridyenan (Elektroakûpûnktûr û dedeksiyona guh, Ryodoraku, û pîvandina elektro-segmental), teşhîsa rajen û mûayeneya ziman û îrîdolojîk (analîzeke xurt a tibî), bijîşk hîn bêtir nêzîkî nasandina nexweşiyê dike. Bi vî awayî alternatîfeke rast û bandêr jibo nojdariyê dikare derkeve holê.    

Dr. Erguler, bi taybetî di sala 1999` an di erdheja Golcukê de, ku li ser navê Federasyona Xaça Sora Navnetewî û Heyva Sora Tirkiye Koordînatoriya herêma erdhejê dikir, dîtiye ku van rêbazan bi awayekî pir serkeftî encamên erênî bi xwe re aniye.

Dr. Erguler bernameya hay jê bûna hişmendî pêşde xistiye (Mijara Stresê, Motîvation, Afirînerî, yekbûna malbata bingeh, Konsantrastion) perwerdeyê ferdî û sazî dide. Di perwerdehiya temamker –entegratif- de ya di mijara tibê de jibo hekîman jî cih digire. Perwerdekarê wekî, Hîpnoz, ozon terapî, Vegamed Akademî (Elmanya), Biyorezonans û Elektroakûpûnktûr.

Dr. Erguler, Serokatiya Komeleya Enstîtuya tipa temamker jî kiriye. Di mijara tiba temamker de, bi awayekî rêkûpêk tev li Kongre û Semînerên li Tirkiye û Ewropa dibe. Herweha wekî axaftvan jî tev li gelek semîner û kongreyên navnetewî dibe. 

Dr. Erguler WIBO (World Intellectual Property Organisation) Mediator û Arbirtrator e jî

Perwerdehiyên Dide:

Jibo kes û saziyan perwerdehiyên hay jê bûna hişmendî û jibo Bijîşkên Tibê perwerdehiyên rêbazên tiba temamker –Entegratif-.

Perwerdehiyên jibo Bijîşkên biyanî:

Bijîşkên tibê dikarin tev li perwerdehiyan bibin. Ji her welatî beşdarvan dikarin tev lê bibin. Zimanê perwerdehiyê Tirkî û Îngîlîzî ye. Bijîşkê ku dixwaze dikare wergervanekî jî tevî xwe bîne.

Perwerde gava tên li dar xistin hefteyekê didomin, di rûniştinên sibehê de waneyên Teorîk û piştî nîvro jî yên pratîk tên dayîn. Cihê perwerdehiyê û mayînê li cihên Tûrîstîk ên Stenbolê tê organîze kirin.

Dr. Erguler li ser mijarên Hînoz, Akûpûnktûr, Ozon, Homeopatî,-Elektrohomeopatî, Biyorezonans, B.I.T (Bioinformational teraphy), û hay jê bûna hişmendî perwerdehiyê dide.